
QETLÎAMA DERSIMÊ EM JI BÎR NAKIN
4’ê Gulana 1937’an de, bi biryara Encûmena Wezîran, ji aliyê zihniyeta Kemalist ve, li Dersimê dest bi qetlîamekê hate kirin.
Di vê qetlîamê de, bêyî cudahî, zarok, jin, kal û pîr, li hemberî gelê Dersimê hovîtî û jenosîdek hate kirin.
Bi vî awayî, li gundan mirov bi komî zindî hatin avêtin nav agir û hatin şewitandin, gund hatin bombekirin, bi hezaran mirov hatin kuştin.
Kesên ku man jî, bi zorê hatin sirgûnkirin û zarokên Dersimê ji malbatên wan hatin qutkirin, bi darê zorê hatin Tirk-Sunnîkirin. Ev zihniyeta ku ev kiryarên tirsnak kir, got: “Ji bo parastina welat, me serhildan tepisand.”
Ji dîrokê heta îro, zihniyeta panturkîst, ji bo tunekirina Kurdan, her rêyeke ne rewa wekî mubah dîtiye û li Kurdistanê rûmet û hurmeta mirov bi lingan xistiye binê lingan.
Îro jî dewleta TC, ne tenê di sînorên Tirkiyeyê de, lê li her perçeyên Kurdistanê û li her deverên cîhanê ku Kurd lê dijîn, kîn û nefreta xwe li dijî gelê Kurd dirijîne û mafê jiyanê ji wan re nas nake.
Divê her Kurd baş bizane ku, çi Alevî, çi Sunnî, çi Êzidî, an jî bi kîjan bawerî û îdeolojiyê be, ji bo vê zihniyeta înkarker cudahî nake. Dewleta TC û dewletên din ên dagirker, hebûn û azadiya gelê Kurd ji bo bekaya xwe wekî metirsî dibînin.
Ji ber vê yekê, li ser her tevgera siyasî ya Kurd û her ferdê Kurd ferz e ku ji bo yekîtiya neteweyî, ji bo Kurdistana azad û serbixwe têbikoşin.
Wekî ku Pîr Seyid Rıza li hemberî dijmin bêyî ku çokan bitewîne gotibû: “Min bi derew û hîleyên we re nikarîbû têbikoşim, ev ji min re bû derd, lê min jî li ber we çok netewand, ev jî bila ji we re bibe derd.”
Nifşên we îro jî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîneke bi rûmet didin.
Bi navê PÎK’ê, em hemû qetlîamên li Dersim û Kurdistanê hatine kirin şermezar dikin.
PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan
Serokê Giştî: Hîkmet SERBÎLÎND