DOLAR
EURO
STERLIN
FRANG
ALTIN
BITCOIN

Şengal

Yayınlanma Tarihi :
Şengal

SALVEGERA QETLÎAMA ŞENGALÊ: rojeke bibîranîna êşê ye.

Roja 3’ê Tebaxa 2014’an, di dîroka gelê Kurd de, bi taybeti ji bo civaka Êzidî, wekî rojekî reş û bi êş di bîrê de maye.

Wê rojê, çeteyên DAÎŞ’ê, bi piştgirîya hêzên dagirker ên Kurdistanê, êrîşeke hovane li ser Şengalê kirin. Ev êrîş ne tenê êrîşeke leşkerî bû, lê di heman demê de jenosîdeke plankirî bû ku armanca wê tunekirina nasname, çand û hebûna gelê Kurdê Êzidî bû.

Çeteyên DAÎŞ’ê, bi navê îdeolojiyekî tarî û dijmirovî, bi hezaran mirovên Êzidî qetil kirin. Kal, pîr, jin, zarok û cîwan bê cudahî bûn qurbanên vê hovîtiyê.

Bi hezaran jin û keçên Êzidî hatin revandin, kirin kole û rastî şîdeta herî giran hatin. Bi hezaran malbat ji warên xwe hatin koçberkirin, mal û milkên wan hatin talankirin, perestgehên wan ên pîroz hatin wêrankirin.

Ev qetlîam ne tenê li dijî gelê Kurdê Êzidî, lê di heman demê de li dijî hemû mirovahiyê sûcekî mezin e.

Çeteyên DAÎŞ’ê, bi piştgirîya hin dewletên herêmê, taybetî dewleta Tirk û hêzên din ên dagirker, ev hovîtî pêk anîn. Ev piştgirî, çi bi awayê çekdarî, çi bi awayê siyasî an aborî, bû sedema kûrbûna vê trajediyê.

Hêzên parastinê yên Şengalê û Hemû şervanê Kurdistanê bi mêrxasî li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û Şengal ji nû ve azad kirin.

Divê qurbanên Şengalê neyên jibîrkirin, êşên wan bên bihîstin û berpirsyarên vê jenosîdê bên cezakirin.
Gelê Êzidî, ku bi sedsalan rastî zilm û qetlîaman hatiye, heq dike ku di aramî û azadiyê de bijî. Ji bo vê yekê, divê civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û dewletên demokratîk piştgirîyê bidin doza gelê Kurdê Êzidî.

Em bang li hemû gelê Kurd û hêzên Kurdî, rêxistinên civakî û kesayetên azadîxwaz dikin ku ji bo parastina Şengalê û hemû heremên Kurdistanê yekîtîyê nîşan bidin.

Em li ser navê PÎK‘ê, bi taybetî çeteyên DAÎŞ’ê û hemû dewletên ku piştgirîya wan kirine bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk, ku bi awayekî eşkere û veşartî piştgirîya DAÎŞ’ê kiriye, di vê qetlîamê de xwedî berpirsyariyeke mezin e. Her wiha, dagirkerên din ên Kurdistanê, yên ku Şengalê kirine hedef, jî di vê sûcê de şirîk in.

Divê em bi hev re gelê Kurdê Êzidî biparêzin û careke din rê nedin ku dîrok xwe dubare bike.
Ev qetlîam û jenosîda hovane a li dijê gelê me ê Êzîdî nayê ji bîrkirin, ewê herdem di bîra meda be.

Serokê Giştî PÎK- Partiya Îslamiya Kurdistan
Hikmet Serbilind

YORUM YAP