DOLAR
EURO
STERLIN
FRANG
ALTIN
BITCOIN

Bi gotinen biratiye neyin xapandin

Yayınlanma Tarihi :
Bi gotinen biratiye neyin xapandin

Bİ GOTİNÊN BİRAYÎTİYÊ NEYÊN XAPANDİN

Gelê Kurd, ji dîrokê heta îro, bi gelên ku bi wan re jiyane re bi aştiyane jiyayê.
Bi taybetî piştî ku Îslam qebûl kirine, li gorî pîvana birayîtiya islamê bi Misilmanan re tevgeriyane û her tim parastina hiqûqa birayîtiya Îslamê kirine.

Mixabin, gelê Kurd her tim ji aliyê gelên din ên Misilman ve hatiye xapandin, hatinê kuştin û welatê wan hatiye dagirkirin.

Bi taybetî Tirk, Ereb û Farisan, ji serdema seltenetê heta îro, li gorî berjewendiyên xwe dînekî sexte afirandine û mafên Kurdan înkar kirine.

Gelê Kurd ê Misilman jî bi navê vê dînê sexte her tim hatiye xapandin. Tevî vê yekê, Kurdan tu carî xiyanet li Misilmanan nekirine û wan nexapandine.

Lê belê, prensîba rastîn a Îslamê li ser vê yekê ye: “Ne bixapînin û ne jî werin xapandin.”

Mixabin hêj jî gelê Kurd bi gotinên wekî “birayîtiya gelan” û “birayîtiya ummetê” tê xapandin.

Divê her Kurdek baş bizanibe ku pirsgirêka gelê Kurd doza netewebûnê ye; rizgarbûna ji zilmên dagirkeran û jiyana bi azadî li ser axa xwe ye.

Banga min ji gelê Kurd re ev e: Tu carî baweriyê bi birayîtiya dagirkerên Kurdistanê neynin.

Gelê Kurd tenê pêwîstî bi yekîtiya neteweyî û azadiya jiyana mirovî li ser axa xwe heye.

Ji ber wê yekê li ser gelê Kurd ferzê ku destkeftinê Başûrê Kurdistanê û Rojavayè Kurdistanê li dijî pêlan û defikê dagirkeran bi parêzin.

Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK)
Hikmet Serbilind

YORUM YAP