
Konferansa netewî ya ku di 26.04.2025’an de li Rojavayê hat lidarxistin, bi taybetî piştî şerê navxweyî yê Sûriyê, ji bo parastin û pêşxistina mafên siyasî, civakî û çandî yên Kurdan gaveke girîng bû.
Biryarên di vê konferansê de hatin girtin; ragihandina xwe rêvebirinê, modela civakeke demokratîk a li ser maf û edaletê, wekheviya gelan û girîngiya mafên jinan, ji bo ku Kurd li Rojavayê statuyekê bi dest bixin bingehek ava kir.
Ji bo bidestxistina statuyê, divê di navbera partî, kom û kesên Kurd de, tevî cudahiyên wan, li ser armancên hevpar yekbûn çêbibe. Armanca hevpar divê ew be ku mafên rewa yên gelê Kurd bêne misogerkirin.
Mafê çarenûsî ya gelê Kurd, mafekî netewî yê bingehîn e ku ji aliyê Xwedê ve di afirandinê de hatiye dayîn. Divê gelêk azad be ku paşeroja xwe bi xwe diyar bike (çi serxwebûn, çi federasyon, çi otonomî hilbijêre). Konferansa netewî ya li Rojavayê, vê mafê wekî prensîbeke bingehîn qebûl kiriye. Ev yek pir girîng e, ji ber ku di dîroka Kurdan de ev maf her tim hatiye înkarkirin.
Ji aliyê din ve, dîplomasî pir girîng e. Ne tenê bi hêzên herêmî re, lê bi civaka navneteweyî re jî, divê bi stratejiyeke netewî têkiliyên rast bêne avakirin. Ji bo statuya Rojavayê, bêyî piştgiriya raya giştî ya cîhanê, bidestxistina encameke mayînde zor e.
Bêyî statuyê, mafên tam nayên bidestxistin. Mafên bêyî statuyê her tim di bin gefê de ne. Ji ber vê yekê statuyeke siyasî (mînak federasyon, otonomî an modela rêveberiya herêmî) pêdivî ye.
Divê bi xwebawerî û rewayetiyê tevbigerin. Kurd, dema ku mafên xwe daxwaz dikin, divê bi rêbazên rewa, demokratîk û li ser maf û edaletê bi hişkî tevbigerin û vê yekê her tim ji cîhanê re ragihînin.
Bêyî statuyê li Rojavayê, mafên mayînde jî nayên bidestxistin. Gelê Kurd divê di nav xwe de yekîtiyeke netewî ya xurt ava bike, kanalên dîplomasiyê baş bi kar bîne û bi daxwazên li ser hiqûqa navneteweyî tevbigerin da ku statuyê xurt bike.
Divê gelê Kurd li Rojavayê hêzên xwe yên parastinê biparêze. Ji ber ku geleke bêparastin her tim di bin gefê de ye. Hebûna hêza leşkerî ya xwe, hem ji bo parastina herêmê hem jî ji bo bûyîna hêzeke siyasî pêdivî ye. Bi vî awayî Rojavayê dikare hebûna xwe ya fiîlî biparêze. Ev yek divê li her herêmên Kurdistanê be.
Em, bi navê PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan, biryarên konferansa yekîtiya netewî ya li Rojavayê piştgirî dikin. Yekîtiya netewî divê ne taktîkî be ku bi berjewendiyan sînordar be, lê divê yekîtiyeke stratejîk be û em dixwazin ku bi awayekî domdar berdewam bike.
PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan Serokê Giştî: Hikmet Serbilind